Li Efrînê teqînekê rû da û kuştî û birîndar hene
Jêderekî ji nava Efrînê ji K24ê re got: “Îro demjimêr 11: 00 bi dema Rojavayê Kurdistanê li nava bazara sereke ya Efrînê teqînekê rû da û di encamê de hejmarek welatiyên sivîl bûne qurbanî.
Wî jêderî amaje bi wê yekê, teqîn di destpêka bazara Halê de ji aliyê çarêya Kawa bi riya otombîleke bombekirî rû da.
Li gor zanyariyên destpêkê, ta niha 5 kesan canê jidest dane û 12 kesên din jî birîndar bûne.
Jêderekî din da zanîn, otombîleke din ya bombekirî li kolana Vêlat hat dîtin û dema tîma endezyarî hewla pûçkirina wê otombîlê didan, otombîl teqiya, lê ti ziyanên canî nebûn.
K24
