• Sunday, 15 February 2026
logo

Berpirsê binkeya Laleşê: Vekirina rêya Şingalê berhemê çûna Serok Barzanî ya Bexdayê ye!

Gulan Media December 16, 2018 Nûçe
Berpirsê binkeya Laleşê: Vekirina rêya Şingalê berhemê çûna Serok Barzanî ya Bexdayê ye!
Berpirsê binkeya Laleş ê Rewşenbîrî û Civakiya Sinûnê ya ser bi qeza Şingalê diyar kir: ‘’Vebûna rêya Şingalê û Sihêla berhema çûna Serok Barzanî ya Bexdayê ye. herwaha ji naha û pê de jî her tiştekî bo Şingalê bê kirin dê berhemê çûna Serok Barzanî ya Bexdayê be.’’

Berpirsê binkeya Laleşê ya Rewşenbîrî û Civakî yê Sinûnê Silêman Fano ji BasNewsê re ragehand: ‘’Naha berhemên çûna Serok Barzanî ya Bexdayê dikeve warê bicîhanînê û rêya Şingal û Sihêla hate vekirin û plan bo ava kirina Şingalê û wegera koçberên Şingalê jî heye. Ev hemû berhemên çûna serok Barzanî ya Bexdayê ye. Ji naha û pê ve jî her tiştek bo Şingalê bê kirin, dê berhemê çûna Serok Barzanî ya Bexdayê be û ew danûstan li gel aliyên siyasî yên Bexdayê hatine kirin.’’

Herwaha got: ‘’Çareser kirina pirsgirêkên deverên Kurdistanê yên dervey herêma Kurdistanê jî, berhemên serdana Serok Barzanî ya Bexdayê ye. Naha pêşerojekî geş li pêş gelê me ye.’’

Basnews
Top