• Sunday, 15 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê kir

Gulan Media December 15, 2018 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê kir

Îro roja şemî 15.12.2018 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Mihemed El Helbûsî Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê û şandekî li gel kir ku ji nûnerên parêzgehên navend û rojavayê Iraqê li Encûmena Nûnerên Iraqê pêkhatibû.

Li hevdîtinê de ku Fazil Mîranî Sekreter û Mehmûd Mihemmed Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê amade bûn, pêşketinên dawî yên li nav proseya siyasî ya Iraqê û hengavên temam kirina hikûmeta nû ya Iraqê û gef û kêşeyên li ber proseya siyasiya Iraqê hatin nirxandin.

Her li vê civînê de tekez li wê yekê kirin ku paşketina temam kirina kabîneya wezîrên nû yên Iraqê kêşeyan kûrtir dike û Iraq rûbirûyê egerên nediyar re dibe. Her wiha tekez jî li ser pabendbûna prensîpa hevsengiya damezraweyên hukimranî û kerta emnî û serbazî kirin.

Li beşekî dinê vê civînê de Serok Barzanî palpiştiya xwe ya tevahî ji bo hewlên Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê li çareserkirina kêşeyan û leztir kirina proseya syasiya Iraqê ragihand. Her wiha tekez jî li wê yekê kir ku piştî 2003 proseya siyasiya niha baştirîn derfet bûye ji bo çareserkirina kêşeyan û binyatnana baweriya li navbera aliyan.

Rewşa emnî û îdarî ya parêzgeha Nînowa û jiyan û guzeraniya koçberan û avadankirina navçeyên ziyanlêketiyên wê parêzgehê mijareke dinê vê hevdîtinê bûn.

Waar.tv
Top