• Sunday, 15 February 2026
logo

Tirkiye bi tundî bersiva Iraqê dide

Gulan Media December 15, 2018 Nûçe
Tirkiye bi tundî bersiva Iraqê dide
Hikûmeta Tirkiyeyê bersiva Iraqê dide û radigihîne, PKK axa Iraqê li dijî Tirkiyeyê wekî bingehên şerî bikar tîne.

Piştî operasyona Tirkiyeyê ya dijî Şengal û Mexmûrê, Wezreta Derve yê Iraqê bang li Balyozê Tirkiyeyê Fatîh Yildizî kiribû. Li ser vê yekê Berdevkê Wezreta Derve yê Tirkiyeyê Hamî Aksoy daxuyaniyek belav kir û da zanîn, PKK bi salan e ji axa Iraqê êrîşê Tirkiyeyê dike.

Hamî Aksoy got, ew çaverê dikin hikûmeta Iraqê dijî PKKê berpirsiyariyên xwe bîne cih û êrîşên PKKyê asteng bike.

Hamî Aksoy tekez kir jî, dema ku Iraq êrîşên PKKê asteng neke û heta ku li nava sînorên Iraqê bingehên PKKê hene, ew ê bi berdewamî operasyon bikin.

Berî niha 2 rojan firokeyên Tirkiyeyê, deverên Mexmûr û Şingalê bombebaran kiribûn.

K24
Top