Wezareta Samanên Xwezayî: Nirxê benzînê kontrol dikin
Wezareta Samanên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê welatiyan piştrast dike ku ji bo çareserkirina bilindbûna nirxê benzînê, bi hevahengiya ligel kompanyayan, her rêkarekê digirin ji bo berhemanîna navxweyî û xistina wê di nava bazaran de zêde bikin.
Wezareta Samanên Xwezayî belav kir, Ji encama bilindbûna nirxê benzînê yê cîhanî û pabendnebûna Hikûmeta Iraqê bi şandina para Herêma Kurdistanê ji benzînê bi nirxekî diyarkirî, benzîn giran bûye. Ji bo kontrolkirina nirxê benzînê û li ser rasparsdeya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Wezareta Samanên Xwezayî welatiyan piştrast dike ku, bi hevahengiya ligel kompanyayan, her rêkarekê digirin ji bo berhemanîna navxweyî ya benzînê û xistina wê di nava bazaran de zêde bikin.
Diyar kir jî: “Ji bo vê armancê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştevaniya darayî ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê dike, beşeke mezin a risûmat û bacê li ser hawerdekirina benzînê radike û hêsankariyê bi hemû kompanyayên ku benzînê hawede dikin re dike, bi mercê ku bandor li ser kalîteya benzînê û tendirustiya welatiyan neke û bi rênimayên parastina jîngehê re bigunce. Welatiyan piştrast dikin ku di demeke kurt de, nirxê benzînê kontrol dikin.”
K24
