• Tuesday, 24 February 2026
logo

Elon Musk derbarê Twitterê de gefan dike

Elon Musk derbarê Twitterê de gefan dike

Xwediyê Twitterê yê nû Elon Musk ragihand ku dibe Twitter ji bo kompanya û hikûmetan bi pere be. Musk herwiha diyar kir, Twitter dê hesabên sexte betal bike.

Elon Musk ku berî çend rojan Twitter bi 44 milyar dolaran kirî, derbarê platforma sosyal medyayê de biryarên nû werdigre.

Elon Musk da zanîn ku Twitter dê ji bo bikarhênerên asayî belaş be, lê dibe bo kompanya û hikûmetan pereyekî kêm bê wergirtin.

Musk pêştir jî ragihandibû, ku dixwaze Twitterê pêş bixe. Tê çaverêkirin Musk, heta dawiya sala 2022ê bi tevahî werbigre.

Di nav armancên Musk de, betalkirina bikarhênerên sexte jî ku wek “trol” tên zanîn heye û kesên bixwazin Twitterê bikar bînin divê bi navên xwe yên rastî hesaban vekin.

Rojane 217 milyon kes Twitterê bikar tînin û Twitter ji bo cihana nûçegihaniyê platformeke girîng e.

 

 

Rudaw

Top