• Tuesday, 24 February 2026
logo

Holenda berdewam dibe li ser hevkarî kirina Kurdistanê

Gulan Media April 29, 2022 Nûçe
Holenda berdewam dibe li ser hevkarî kirina Kurdistanê

Serokwezîr li gel şandeke Holendî civiya.

Duh Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel şandeke Holendî civiya û piştî civînê jî Serokwezîr li ser hesabê xwe yê fermî derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Roja pêncşem 28ê Nîsana 2022an me pêşwaziya şandeke Holendî bi Serokatiya wezîra dewlet yê bo karûbarê bazirganiya derve, hemahengî û geşe pêdanê  Lesha shrinemaihker kir.

Di civînê de ku balyozê Holenda yê li Îraqê Michel Rentenaar têde beşdar bû, wezîra dewlet ya bo karûbarên bazirganiya derve,  hemahengî û geşe pêdanê ya Holendayê, silav û rêzên Serokwezîrê Holendayê gehande me û amadebûna welatê xwe jî ya ji bo pêşde birina têkiliyan li gel herêma Kurdistanê di warê bazirganî, hêlbirîn û pêşde birina kerta çandiniyê diyar kir.

Di civînê de me jî spasiya hevkarî û piştîvaniyên Holendayê kir û balkêşande ser bernameya reforman ya kabîneya 9an bi taybetî di warê pir cure kirina abûrî û çavkaniyên dahatê û binyatnana jêrxaneke bihêz ya abûrî li Kurdistanê de.

Derfetên baştir kirina sîstema bankî li herêma Kurdistanê, piştgîrî kirin ji sermayegozariya biçûk, guhertinên seqa û bandorên vê li ser abûrî û mijara koçberan, çend mijarên din yên civîna han bûn.

 

Top