Hikûmeta Iraqê: PKK bi rêkeftina li gel Tirkiyê ve binke li Iraqê vekirine
Wezareta derve ya hikûmeta Iraqê ragehand, PKK bi rêkeftina li gel Tirkiyê ve binke li Herêma Kurdistanê û Iraqê vekirine.
Di beyanameyekî de wezareta derve ya Iraqê ragehand: ‘’Balyozê Tirkiyê li Bexda Alî Riza Guney hatiye vexwandin û peyama nerazîbûnê ya derbarê êrîşên Tirkiyê yên vê dawiyê de gehandine wî.’’
Roja 18.04.2022yê artêşa Tirkiyê li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê dest bi operasyonekî dijî PKKê kir.
Wezareta derve ya Iraqê dibêje, PKK bi rêkeftina li gel hikûmeta Tirkiyê binke û baregehên xwe li ser axa Herêma Kurdistanê vekiriye û Iraq kirina qada şer.
Wezareta derve ya Iraqê diyar kir, em daxwaza vekêşandina hemû hêzên Tirkiyê yên li ser axa Herêma Kurdistanê û Iraqê dikin û daxwaza rêzgirtina li serweriya Iraqê kir.
Basnews
