Almanya ciwanekî Kurd bo Tirkiyê dersînor dike
Li bajarê Ulm ê herêma Baden-Wurttemberg a Almanyayê ciwanekî Kurd bi biryara dadgehê bo Tirkiyê tê dersînorkirin.
Li gor malpera SWR Aktuell a Almanî li ser daxwaza dadgeha bajarê Stuttgartê, Kurdekî 32 salî ku li bajarê Ulmê dijî, wê ji bo Tirkiyê bê şandin. Herwiha hat ragihandin berî çend heftayan ji bo dersînorkirina wî Kurdî du hewildan hatibûn dayîn lê bi ser neketibûn.
Malpera SWR ragihand, ew ciwanê Kurd ê 32 salî yê ji bajarê Ulmê, ji ber gelek tawanan bi salan li Almanyayê di girtîgehê de maye. SWR dibêje, “Eger ciwanê Kurd bê dersînorkirin, îhtîmal heye li Tirkiyê rastî zilmê bê û ew ditirse ku li Tirkiyê di şerê dijî Kurdan de ji bo leşkeriyê bê birin.”
Li aliyê din SWR da zanîn ku ciwanê Kurd ê girtî qebul kiriye k li ser daxwaza xwe Almanyayê terk bike û biçe welatekî sêyem û wiha berdewam dike “Piştî ku pasaporta wî ya Tirkiyê wenda dibe qewl têk çû. Ji ber wê yekê tê xuyakirin rayedarê Alman êdî nexwestine bisekinin. Di biryara dawî ya lezgîn a dadgehê de, niha hat diyarkirin ku dibe ku ev kes ji bo Tirkiyê bê dersînorkirin.”
Rudaw
