Iraqê di mijareka hestiyar û metirsîdar de hişyarî daye Tirkiyê
Cîgirê serokê parlementoya Iraqê dibêje, wan di mijareka hestiyar û metirsîdar de peyam û hişyarî dane hikûmeta Tirkiyê.
Cîgirê serokê parlementoya Iraqê Hakim Zamilî îro di civîneka rojnamevaniyê de ragehand ku pêşwazî li wezîrê av û çavkaniyên avê yê Iraqê kiriye û li ser pirsgirêka avê û kêm aviyê gotûbêj kirine.
Hakim Zamilî her wiha got, roj bi roj ava Iraqê kêm dibe û ev jî pir metirsîdar e. Eger rewş wisa berdewam be çend salên din ava me namîne.
Cîgirê serokê parlementoya Iraqê da zanîn jî, wan bi çendîn berpirsên Tirkiyê bi taybet balyozê wî welatî li Bexdayê re li ser mijara avê gotûbêj kirine û di mijara avê de ku mijareka hestiyar û metirsîdar e, peyamên pêwîst dane hikûmeta Tirkiyê.
Ji ber girtina çem û rûbar û çavkaniyên ava Iraqê ji aliyê Tirkiye û Îranê ve, ava Iraqê roj bi roj kêmtir dibe û kirîza avê her sal baştir tê dîtin.
Basnews
