• Tuesday, 24 February 2026
logo

Akşener li ser civînên opozisyonê: HDP hebe em tune ne

Akşener li ser civînên opozisyonê: HDP hebe em tune ne

Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener dibêje, “Eger HDP li ser maseya 6 partiyên opozisyonê hebe, em tune ne.”

Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener derbarê civînên 6 partiyên opozisyonê û helwesta li hember Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de axivî.

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, Seroka ÎYÎ Partî Meral Akşener, Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu, Serokê Partiya DEVA Ali Babacan û Serokê Partiya Demokrat Gultekin Uysal heta niha yek bi mazûvaniya Kemal Kiliçdaroglu û yek jî bi mazûvaniya Alî Babacan, du civîn encam dane.

Ji bo civînên her 6 partiyên opozisyona Tirkiyê HDP nehat vexwendin ku 3emîn mezintirîn firoksiyona mezin e li parlamentoya Tirkiyê û vê yekê jî karvedan bi xwe re anîne.

Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener ku ji Partiya Tevgera Netewperest (MHP) cuda bûbû, li ser vê mijarê dûpat kir, HDP ne beşek e ji civîna wan a şeş alî got, “Eger HDP hebe em dê tune bin.”

Meral Akşener ev gotin di bernameyeke televîzyonî de kirin û di dewama axaftina xwe de got, “Li ser vê maseyê em û HDP ne bi hev re ne. HDP tune ye. HDP bi xwe jî dibêje `em tune ne`.”

Akşener, rexneyên li ser nebûna HDPê di civînên partiyên opozisyonê de wek `pêkanîna zextekê bo ser IYI Partiyê` bi rêya HDPê û `sivkatî bi Kurdan` binav kir û got, ev yek wan diêşîne.

Seroka IYI Partiyê di axaftina xwe de diyar jî kir ku ji bo bidestxistina dengên Kurdan ew jî di nav hewldanê de ne.

Civîna 6 partiyan a bi mazûvaniya Alî Babacan (Wêne: AA)
Li aliyê din serokên şeş partiyên opozisyona Tirkiyê roja 1ê Adarê jî li Enqerê belgenameya bi navê “Sîstema Parlamenteriya Bihêz” ragihandibûn. Belgenameya hatiye îmzekirin ji 60 sernavan pêk tê; yasadanîn, rêveberî û dadgeh, xalên sereke ne.

Parlamenterê CHPê Abdullatîf Şener berî niha li ser civîna 6 partiyan ji Rûdawê ragihandibû, divê ev wek derbaskirina qonaxekê bê dîtin û li ser bangnekirina HDPê jî di wê baweriyê de ye ku ev yek “ne piştguhkirina HDPê ye û hesab bo dengên her partiyekê tê kirin.” Hevserokê HDPê yê Amedê Zeyat Ceylan ji ji Rûdawê re tekez kiribû, "Ti aliyek bêyî Kurdan û HDPê nikare serbikeve.”

Rudaw

Top