• Tuesday, 24 February 2026
logo

Parêzgerê sepandî yê Kerkûkê dest danî ser 50 donim zeviya rêveberiya şehîd û enfalbûyên Kerkûkê

Parêzgerê sepandî yê Kerkûkê dest danî ser 50 donim zeviya rêveberiya şehîd û enfalbûyên Kerkûkê

Li bajarê Kerkûkê 50 donim erd ku rêveberiya karûbarê şehîd û enfalbûyên hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo projeyekî niştecîhbûna kesûkarên şehîd û enfalbûyan cuda kiribû, ji aliyê parêzgerê sepandî yê Kerkûkê ve dest li ser hate danîn.

Îro 03.04.2022yê rêveberê birêveberiya karûbarên şehîd û enfalbûyên Kerkûkê yê ser bi hikûmeta Herêma Kurdistanê Xelîl Rehîm ji BasNewsê re ragehand: ‘’Di sala 2013ê de 50 donim erd li tenişt taxa Şorawî ya bajarê Kerkûkê ji aliyê îdareya wê demê ya Kerkûkê ve ji rêveberiya karûbarên şehîd û enfalbûyên Kerkûkê ya ser bi hikûmeta Herêma Kurdistanê re hatibû dayîn, ku bibe projeyekî niştecîhbûnê û ji kesûkarên şehîd û enfalbûyan re bê çêkirin. Êdî ji ber her çi sedemekî be proje nahate bicîhanîn. Lê ew erd her mabû, naha jî parêzgerê bi wekalet ê Kerkûkê nivîsek şand û ragehandiye ku wî 50 donim erd wergirtiye.’’

Xelîl Rehîm got, ew 50 donim erd dikeve hember fermangeha wan a li taxa Şorawî ya bajarê Kerkûkê, lê ji wan hatiye standin û heta ew avahiya ku ew têdene hatiye kirê kirin.

 

Basnews

Top