Binkeyeke leşkerî ya Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê dane ber roketan
Binkeya serbazî ya Tirkiyê ya li nêzîkî nahyeya Zêlkan a ser bi qeza Şêxanê ve bi 7 roketên Katyuşa hat armanckirin û li gor agahiyên destpêkê, roket li derdora binkeya leşkerî ketine.
Rêveberê Nahyeya Zêlkanê Mihemed Emîn ji Rûdawê re ragihand, Demjimêr 20:00 îşev serbazgeha Gudad li nahyeya Zêlkanê bi 7 roketan hat armanckirin.
Rêveberê Nahyeya Zêlkanê got, roket li cihên vala yên derdora serbazgehê ketine û ti zirarek nebûye.
Di nava 3 salên derbasbûyî de ew cara heştemîn e ku bi roketan êrîşî ser binkeya serbazî ya Tirkiyê ya li Zêlkanê tê kirin.
Piraniya caran roket ji aliyê başûr ve arasteyî wê binkeya serbazî hatine kirin ku di kontrola hêzên Iraqî û bi taybetî jî Heşda Şeibî de ye.
Binkeya serbazî ya artêşa Tirkiyê ya li Zêlkanê ku weke binkeya leşkerî ya Gudadê û herwiha binkeya serbazî ya Başîkê jî tê naskirin, dikeve sînorê qezaya Şêxanê ya parêzgeha Duhokê û bakurê çiyayê Başîkê.
Ew binkeya leşkerî sala 2015an hat avakirin û wê demê meşq û rahênan bi hêzên Heşda Wetenî dihat kirin ku hêzeke Sunne ya Iraqê ye û ji bo rûbirûbûna DAIŞê dihat amadekirin.
Rudaw
