Li Qamişlo teqînekê rûda!
Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê teqînekê rûda.
Hat ragihandin, li taxa Qedûr Beg a nêzîkî cadeya Rîcî ya Qamişloyê bombeyeke destan teqiya.
Li gor zanyariyan, ji ber ku zarokan bi bombeya destan lîstine teqîn rûdaye û hejmarek zarok birîndar bûne.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn berê xwe da cihê bûyerê û dest bi lêkolînê kir.
K24
