Wezîrê Derve yê Iraqê beşdarî însiyatîfa rawestandina şerê Ukrayna û Rûsya dibe
Wezîrên derve yên Iraq û çend welatên din yên erebî însiyatîfa rawestandina şerê Ukrayna û Rûsya dest pê kirin.
Wezareta derve ya Iraqê ragehandiye, duhî wezîrê derve yê Iraqê Fuad Husên bi rêya vîdeo konferansê beşdarî civîna wezîrên derve yên Misr, Sûdan, Cezayir û Urdinê bû ku bi serokatiya sekreterê giştî yê Yekitiya Erebî hat lidarxistin.
Wezaretê da zanîn, di civînê de behsa rewşa welatên erebî bi taybet bandora şerê Ukrayna û Rûsya her wiha hewlên rawestandina wî şerî hat kirin.
Di daxuyaniya wezareta derve ya Iraqê de hat gotin jî, di civînê de wezîrên derve yên welatên erebî biryar dan însiyatîfeka rawestandina şerê Ukrayna û Rûsya bidin destpêkirin, bo wê jî bi berpirsên Rûsya û Ukrayna re hevdîtin bikin.
Basnews
