• Tuesday, 24 February 2026
logo

Li Kerkûkê xortekî Kurd di êrîşa çekdarî de hat kuştin

Li Kerkûkê xortekî Kurd di êrîşa çekdarî de hat kuştin

Duh danê êvarê li taxa Pencaelî ya Kerkûkê xortekî Kurd di nav otomobîla xwe de rastî êrîşa çekdarî hat û hat kuştin.

Li gor agahiyên K24ê, ew xort ku tê gotin kadroyekî  Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ye û navê wî Rêber Mihemed e, dema di nav otomobîla xwe de bûye matorekî nêzîkî wî bûye û bi demançê li wî daye û kuştiye.

Heta niha nayê zanîn ew xortê Kurd çima hatiye kuştin, ji ber wê jî polîs dest bi lêkolînê kiriye.

 

K24

Top