• Tuesday, 24 February 2026
logo

Malbata Gulistanê: Ciwanên Şoreşger keça me ji bo leşkeriyê birin

Malbata Gulistanê: Ciwanên Şoreşger keça me ji bo leşkeriyê birin

Bi gotina malbatekê li Taxa Şêx Meqsûd ya Helebê keça wan a 13 salî ji aliyê Ciwanên Şoreşger ve bo leşkeriyê hate birin.

Malbata keça 13 salî bi navê Gulistan Ehmed ji Rûdawê re ragihand ku  keça wan, li Taxa Şêx Meqsûd ya Helebê ji pêşiya dibistana Entwan Eswed ji aliyê Ciwanên Şoreşger ve bo leşkeriyê hate birin

Bavê Gulistanê, Ehmed Tobal jî beşdarî bultena Rûdawê bû û da zanîn ku, ku duh demijmêr 4 û nîvê êvarê endamên Rêxistina Ciwanên Şoreşger keça wan birine û heta niha çarenivîsa wê ne diyar e.

Bi gotina Ehmed Tobal dema ku wan ji navenda Ciwanên Şoreşger li taxa Şêx Meqsûd li keça xwe pirsî ne, ji wan re gotine ku ew tiştekî li ser keçikê nizanin.

Ehmed Tobal herwiha diyar kir ku 2 kesên din jî ligel keça wî hatine birin û got: “Em çûn, cem asayişê, cem YPG û cem Ciwanên Şoreşger lê red kirin li ba wan be. Li hinek kesan dîtiye ku ew bi otomobîleke ji dema dibistanê derketine birine.”

Ehmed Tobal herwiha bi rêya Rûdawê bang li Fermandeyê Hêzên Sûriya Demokratîk Mazlûm Kobanî kir ku ji bo vegerandina keça wî bibe alîkar.

Taxa Şêx Meqsûd taxeke Kurdane li bajarê Helebê, di destê Rêveberiya Xweser de ye.

 

Rudaw

Top