Nêçîrvan Barzanî: Bila em Remezanê bikin hêvênê biratî û lêborînê
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi helkefta hatina meha Remezanê peyamek belav kir û got, “bila em meha pîroz ya Remezanê bikin hêvênê bihevrebûn, biratî û lêborînê.”
Serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de “meha Remezana pîroz li tevaya misilmanan li Kurdistan, Iraq û cîhanê” pîroz dike.
Nêçîrvan Barzanî hêviya xwe derbire, “ev meha pîroz xêr, xweşî û bexteweriyê bi xwe ra bîne û aştî û seqamgîrî perên xwe bi ser mirovatiyê da bikêşe.”
Her di peyama xwe de Nêçîrvan Barzanî dibêje, “Da em hemû bi hev re wate û waneyên birojûbûn û meha pîroz ya Remezanê, bikin hêvênê bihevrebûn, biratî, lêborîn û zêdetir bicihkirina buhayên mirovahî û aştbûnê.”
Peyama Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî:
"Hatina meha Remezana pîroz li tevaya misilmanan li Kurdistan, Iraq û cîhanê pîroz dikim. Ez hêvîdar im ku ev meha pîroz xêr, xweşî û bexteweriyê bi xwe ra bîne û aştî û seqamgîrî perên xwe bi ser mirovatiyê da bikêşe.
Da em hemû bi hev re wate û waneyên birojûbûn û meha pîroz ya Remezanê, bikin hêvênê bihevrabûn, biratî, lêborîn û zêdetir bicihkirina buhayên mirovahî û aştbûnê. Xwedaperistî û rojûyên hemûyan qebûl bin û Xwedayê mezin hemû aliyan biparêze."
Rudaw
