• Tuesday, 24 February 2026
logo

Îran 4 welatiyên din yên Kurd îdam kir

Îran 4 welatiyên din yên Kurd îdam kir

Navenda mafên mirovan ya Hengawê ragihand ku dadgeha rejîma Îranê, biryara îdam kirina 4 girtiyên Kurd cîhbicîh kiriye.

Li gor daxuyaniya Hengawê dadgeha rejîma Îranê roja yekşem ya vê hefteyê, cezayê darve kirina 4 welatiyên Kurd ku li girtîgeha Erakê de bûne, cîhbicîh kiriye.

Du ji wan welatiyan xelkê Kirmaşan û duyên din jî xelkê Erakê ne.

 

 

Top