• Tuesday, 24 February 2026
logo

Peymana projeya rêya trênê ya Herêma Kurdistanê hat îmzekirin

Peymana projeya rêya trênê ya Herêma Kurdistanê hat îmzekirin

 Wezîrê Avakirin û Niştecîkirinê yê Herêma Kurdistanê peymana projeya rêya trênê ligel kompaniyeke Îspanî îmze kir û ragihand: “Em hêvî dikin ev destpêkeke baş be ji bo destpêkirina projeyê.”

Li gor ragihandina Wezareta Avakirinê, di merasîmekê de Wezîrê Avakirinê Dana Ebdulkerîm peymana projeya rêya trênê ya Herêma Kurdistanê îmze kir, ku kompaniya Trans a Îspanî encam dide.

Dana Ebdulkerîm ragihand: “Îro me bi kêfxweşî peymana projeya xeta trênê ligel kompaniya Konsul Trans a Îspanî îmze kir, em hêvîdar in ev destpêkeke baş be ji bo ku ev proje li Herêma Kurdistanê dest pê bike.”

Ji aliyê xwe ve, Wekîlê Wezîrê Avakirinê Agirîn Ebdullah civîneke çapemeniyê li dar xist û ragihand; Wezareta Avakirinê pêngaveke din bi mebesta pêkanîna projeya rêya trênê li Herêma Kurdistanê avêt û got: “Ev kompaniya Îspanî şareza ye di encamdana lêkolîna aboroyê de û ev peyman jî ji bo wê yekê ye ku bizanin ev proje çi bandoreke erênî li ser aboriya Herêma Kurdistanê û jîngeh û warên din dike, ku dê çendîn raportan amade bikin.”

 

K24

Top