Jay Garner: Eger rola Serok Barzanî nebûya rêjîma Sedam nedirûxiya
Di çarçoveya semînerekê de ku Zanîngeha Kurdistanê ji bo Jay Garner, Yekemîn Hakimê Medenî yê Iraqê piştî sala 2003yan, li dar xist, Jay Garner ragihand; cîhan gelek bilez diguhere, bêguman di van guhertinan de derfeteke mezin ji bo Kurdan heye, eger rola Serok Barzanî jî nebûya, di sala 2003yan de rejîma Sedam nedirûxiya.
Yekemîn Hakimê Medenî yê Iraqê Jay Garner diyar kir; divê Herêma Kurdistanê platforma aborî û kulturê dirust bike ji bo gihîştina serxwebûnê.
Jay Garner destnîşan kir: “Çavkaniyên we yên baş ên sirûştî hene, hûn li navenda enerjiya dinyayê ne, hûn bûne selika xurekê ji bo navçeyê û welatekî we yê gelek ciwan heye.”
Garner got: “Mixabin agahiya xirab ew e ku ti alîkariyek ji derve ji we re nagihîje, ew seqamgîrî li Iraqê dixwazin, niha ji bo wan baştir e ku serxwebûnê bidin Kurdan, divê hûn Kurd bixebitin, bêyî şer çêbibe, bi rêya dîplomasiyê, bi awayekî zîrek ji bo serxwebûnê bixebitin.”
Herwiha destnîşan kir: “Li Herêma Kurdistanê di dema 100 salên borî de, dema ku Tirkan ji bo dabeşkirina Kurdan rêkeftin kirin, an jî di sala 1975an de Kissenger Komara Mehabadê ji nav bir, yan di sala 1991ê de Bush ji we re got em ê vegerin û alîkariya we bikin, venegeriya, di dema encamdana referandumê de kesekî alîkariya we nekir, ev wê yekê derdixe holê ku baweriya we bi xwe hebe, hûn bi xwe destkeftên xwe çêbikin, ango serxwebûn pêwîstiya wê bi nexşerê heye, ku pêwîstiya wê yekbûn e, ango divê kêşeyên navbera Hewlêr û Silêmaniyê çareser bikin.”
Jay Garner dibêje: “Divê baweriya we bi şiyana we hebe, divê artêşek hebe, nabe pişta xwe bi xelkên din ve girêbidin ji bo ku berevaniya we bikin.”
Garner li ser rola Serok Mesûd Barzanî ya di rûxandina rejîma Sedam Husên de got: “Em hemû dizanin ku rola Serok Barzanî bi bandor bû, eger Serok Barzanî nebûya, rûxandina rejîma Sedam Husên zehmet bû, ango eger Barzanî nebûya rûxandina rejîma Sedam rûnedida.”
K24
