• Tuesday, 24 February 2026
logo

Rêveberiya Xweser ji bo Cejna Ekîto sibe kir bêhvedana fermî

Gulan Media March 31, 2022 Nûçe
Rêveberiya Xweser ji bo Cejna Ekîto sibe kir bêhvedana fermî

Sibe Cejna Ekîto ye û Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kudistanê ji bo vê cejnê bêhnvedana fermî ragihand.

Hevserokatiya Encûmena Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku bi helkefta Cejna Sersala  6772 ya Babilî ya gelê Siryanî - Aşûrî ku bi Cejna Ekîto tê naskirin, bêhnvedana fermî ye.

Ew bêhnvedan hemû fermangeh û saziyên fermî yên ser bi Rêveberiya Xweser li xwe digire. Sibe ku Îne bêhnvedane û dusbe Şemiyê jî bi fermî bêhnvedan e. Ew bêhnvedan fermangeh û saziyên ku pêwîstî bi karê wan heye li xwe nagire.

Sala nû ya Babîlî û Aşûrê di 1ê Nîsanê de dest pê dike. Ligel Aşûriyan meha Nîsanê meheke pîroz e. Gelê Aşûrî, Kildanî û Sûryanî beriya serê salê genim, nîsk û ceh datînin pêşiya peykerê “Xwedayê Temûz.” 

Li gorî baweriya Sûryanî, Kildanî û Aşûriyan ev cejin ji 6 hezar salan û vir ve tê pîrozkirin. Ew dibêjin ku cejna Ekîto sersala Aşûriyan e û bi zimanê wan weke ‘’Xanîsan’’ jî tê naskirin. 

Li gorî baweriya wan ev roj roja xêrê ye û destpêka biharê ye. Efsaneyên wan dibêjin di vê rojê de Xwedawenda evînê Îştar bi Xweyê Xwezayê Temûz re zewiciye. 

Rêwresmên Cejna Ekîto û Sersala Babilî li Kurdistanê, Iraqê, Îranê û herwiha li Ewropa û Amerîkayê jî tên sazkirin. 

Ekîto, peyveke Sumerî-Ekedî û Aşûrî ye, bi wateya “destpêk” “an “derazînk” tê. Ji 1ê Nîsanê destpê dike, û heta 12 rojan berdewam dibe.

 

Rudaw

Top