• Tuesday, 24 February 2026
logo

Kurtulmuş: Qedera Kurd û Tirkan hevpar e

Gulan Media March 31, 2022 Nûçe
Kurtulmuş: Qedera Kurd û Tirkan hevpar e

Cîgirê Serokê Giştî yê AK Partiyê Numan Kurtulmuş diyar kir ku ji bo axaftina bi kurdî ti astengî tuneye û got “Ne tenê li Tirkiyê qedera Kurd, Tirk, Ereb û Farisên li vê erdnîgariyê hevpar e. Dê tu kes nikaribe qedera Tirkan ji qedera Kurdan veqetîne.

Cîgirê Serokê Giştî yê AK Partiyê Numan Kurtulmuş li Zaninîngeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê beşdarî konferansa bi navê “Tirkiye ber bi Pêşerojê ve birin” bû û tê de gotarek pêşkêş kir.

Piştî axavtina xwe li ser pirsa li ser pirsa Kurdî û zimanê dayikê wiha bersiv da “Zimanê dayikê wek şîrê dayikê helal e. Ma em biryar didin ku kî bi kîjan zimanê dayikê biaxive? Ji ber vê yekê, li ser zimanekî zikmakî yê ku me biryar nedaye, pêkan e ku zext li serê bêkirin? Di warê axaftina bi zimanê zikmakî de bi tu awayî ti astengiyeke herî biçûk jî nîne.

Herwiha hûn dizanin ku hikûmetê wek dersa bijarte rê li ber hînkirina zimanê Kurdî vekir. Herwiha sibê êvarê ez dê beşdarî weşana zindî ya TRT Kurdî bibim. Welatiyên me li ku dera welat bixwazin dikarin bi Kurdî weşanê bikin. Dikarin dibistanên taybet vekin. Heta li Elihê dê û bavên xwendekarên dibistanên fermî li hemû cihên ku gotibûn `Em dixwazin xwendekarên me hînî kurdî bibin` me mamosteyan şand. Li ti dera Tirkiyê li pêşiya ti birayên me yên ku bi kurdî, erebî, bi zimanekî din ê dayikê biaxive, ti astengiyek herî biçûk tune ye. Di dibistanên fermî de îmkanên fêrbûna ders û zimanên xwe hene. Heta navendên lêkolînên Kurdî hene. Spas ji Xwedê re, ev yek di van salên dawî de çêbûn.”

Kurtulmuş di berdewamiya axaftina xwe de wiha got “Mirov li ser bingeha pêkhateya xwe ya etnîkî û mezhebî li dijî hev tên çewisandin. Ev lîstik bi dehan salan li Rojhilata Navîn tê lîstin. Çi cudahiya mirovê Tirkîaxêf ji Kurdîaxêv an Erebîaxêf heye li vî welatî?”

 

 

Rudaw

Top