• Tuesday, 24 February 2026
logo

Peyameke tund ji aliyê Muqteda Sedir ve

Gulan Media March 30, 2022 Nûçe
Peyameke tund ji aliyê Muqteda Sedir ve

Rêberê Tevgera Sedirê Muqteda Sedir peyameke tund arasteyî aliyên siyasî yên di nava Çarçoveya Hevahengiyê de dike û dibêje: “Ez tewafiqê bi we re nakim, tewafiq anku bidawiya welat.”

Muqteda Sedir peyemek li hejmara xwe ya fermî ya tora civakî “Twitter” belav kir û nivîsî: “Ez tewafiqê bi we (Çarçoveya Hevaheniyê) re nakim, tewafiq anku bidawiya welat.”

Di beşeke din a peyama Muqteda Sedir de hatiye: “Ewê jê re tê gotin xitimandina siyasî, ji tewafiqa li ser dabeşkirina “cake” bi we re baştir e.”

Herwiha Muqteda Sedir di peyama xwe de dibêje: “Ti xêr di hikûmeteke tewafiqî de nîne. Çawa hûn ê tewafiqê bikin û hûn destdirêjiyê li ser tevahiya pêkhateyan dikin.”

Muqteda Sedir di beşeke din de, peyama xwe arasteyî gelê Iraqê dike û dibêje: “Ey gelê Iraqê, ez we ji bo karesatên berê venagerînin, ev jî sozek e derew tê de nîne, welat êdî nakeve bin hejmûna dagîrkerî, tewafiq û dabeşkirinê û gel jî ti carî xwe ji wan re naçemîne.”

Ev peyama Muqteda Sedir di demekê de tê, biryar bû Encûmena Nûneran a Iraqê (Parlamento) îro 30 Adara 2022an careke din ji bo hilbijartina Serokomarê Iraqê biciviya, lê parlemanterên Çarçoveya Hevahengiyê û hin perlamenterên nêzîkî wê beşdar nebûn û rêjeya yasayî a parlamenteran kom nebû.

Tê zanîn roja 23ê Adarê bi beşdariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û kutleyên Sedir û Siyade, “Hevpeymaniya Rizgariya Niştiman” hatibû ragihandin.

Çarçoveya Hevahengiyê jî, ji Hevpeymaniya Fetih bi serokatiya Hadî Amirî, Hêzên Dewleta Niştimanî bi serokatiya Ammar El-Hekîm û Hevpeymaniya Dewleta Yasa bi serokatiya Nûrî Malikî pêk tê.

Top