• Tuesday, 24 February 2026
logo

Konsulê Kuwêtê: Emê zêdetirî hezar zarokên sêwî yên Kurdistanê xwedî bikin

Gulan Media March 30, 2022 Nûçe
Konsulê Kuwêtê: Emê zêdetirî hezar zarokên sêwî yên Kurdistanê xwedî bikin

 Konsulê Kuwêtê li Herêma Kurdistanê ragehand, ewê zêdetirî hezar zarokên sêwî yên Kurdistanê xwedî bikin.

Ajansa fermî ya Kuwêtê, KUNA ragehand, konsulê Kuwêtê li Kurdistanê Umer El Kindirî gotiye, ewê bi alîkariya çend dezgehên sivîl yên Kurdistanê zêdetirî hezar zarokên sêwî yên Kurdistanê xwedî bikin.

El Kindirî daye zanîn, ew dê wî karî di çarçoeya pirojeya “Kuwêt bi we re ye” bikin.

Dezgeha Kuwêtî ya bi navê “Hîba” jî ragehandiye, hejmara wan zarokên sêwî yên ku ji aliyê wan ve tê xwedîkirin, 1140 kes e.

 

Basnewes

Top