• Tuesday, 24 February 2026
logo

Malpera fermî ya PDKê bersiva PKKê da

Gulan Media March 29, 2022 Nûçe
Malpera fermî ya PDKê bersiva PKKê da

malpera fermî ya PDKê ragehand ku çend roje çapemeniya ser bi PKKê raportekî bê bingeh derbarê PDKê de belav kiriye û armanca wê raportê jî ava kirina tirs, neseqamgirî û ji rê derxistin û berevajî kirina raya giştî ye.

Herwaha hat ragehandin, çapemeniya ser bi PKKê bi falik vekirin û xwandin û pêşbîniyên bê bingeh ku mirov ecêb dimîne, behsa wê yekê dike ku di 15ê Nîsan a 2022yê de di çarçoveya planekî de dê êrîş li ser PKKê bê kirin.

Malpera fermî ya PDKê ragehand, ew gotegot û raport nerastin û bi aqilekî nefret û nerast gotinan ve hatiye nivîsandin û em ji wan re dibêjin: ‘’15 Nîsanê zêde nemaye û emê li bendê bin. Wê demê derew û nerast axaftina we û tevlihevî derxistina we ya ji bo xelkê Kurdistanê dê aşkera bibe û dê rûye rast ê kî ye dê ji bo gel diyar be.’’

Hat teqez kirin ku siyaseta PDKê li hember hemû pirsan gelek aşkera ye û plangerî û tevlihevî li we û yên wek we çêdibin ne ji xelkê din.

 

Basnews

Top