• Tuesday, 24 February 2026
logo

Ukrayna: Me 123 balefirên Rûsî xistine erdê

Gulan Media March 29, 2022 Nûçe
Ukrayna: Me 123 balefirên Rûsî xistine erdê

Wezareta berevanî ya Ukraynayê daxuyaniyeke nû weşand.

Wezareta berevanî ya Ukraynayê derbarê şerê 32 rojên derbasbûyî ya di navbera Ukrayna û Rûsyeyê de daxuyaniyeke nû weşand.

Di daxuyaniyê de wezareta berevanî ya Ukraynayê diyar kiriye ku di nava 32 rojên derbasbûyî de 123 balefir, 127 kopter û 586 tankên Rûsî hatine ji navbirin.

Li gor daxuyaniya wezaretê di nava heman demê de herî kêm 17 hezar leşkerên Rûsî jî hatine kuştin.

Herwiha 1150 tirimbîlên leşkerî, 7 keştî û belemên cengî, 66 balefirên dorne û 73 tankên leşkerî yên veguhastina sûtemeniyê yên Rûsî jî hatine jinavbirin.

Top