Ji gûzên Elcewazê berhemên cûda tên çêkirin
Li navçeya Elcewaz ser bi parêzgeha Bedlîsê a Bakurê Kurdistanê ku bi gûzên xwe navdar e jin ji gûzan berhemên cuda çêdikin, difroşin û pê debara xwe dikin.
Li Navenda Çêkirina Berhemên Gûzan jin li vê derê fêrî çêkirina berhemên ji gûzan dibin.
Hostaya Berhemên Gûzan Elif Çelik dibêje “Em hûrikê savar, şekir û hinek tiştên ku tenê em dizanin bikartînin û ji sedî 95 gûz e. Em nêzîka 45 xûlekan di qewirînin û di 4 demjimêran de amade dibe. Em di hefteyekê de 100 pakêtan çêdikin.”
Li navendê 18 jin bi awayeke xwezayî ji gûzên taybet ên Elcewazê berhemên xwe çêdikin.
Kursiyêrê Xwarinpêjiyê Yagmur Kiliç “Em berhemên şêrin û ên bi xwê jî çêdikin. Ev demeke, me dest bi kar kiriye û hêvîdarim daxwaza berhemên me hê zêdetir bibe.”
Gûzên navçeya Elcewazê bi mezinbûn, zeyt û tama xwe a taybet gûzên herî baş ên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ne û li gor amarên Wezareta Çandinî û Daristanê salane li navçeyê nêzîka 6 hezar ton gûz tên berhevkirin.
Rudaw
