• Tuesday, 24 February 2026
logo

5 hezar kes li bajarê Mariupol hatine kuştin

Gulan Media March 29, 2022 Nûçe
5 hezar kes li bajarê Mariupol hatine kuştin

Şêwirmenda Serokê Ukraynayê Tetyana Lomakina ragihand; ji destpêka şerê Ukraynayê ve, 5 hezar kes ji ber şerê li Mariupol hatin kuştin.

Tetyana Lomakina eşkere kir; li bajarê Mariupol termên nêzîkî 5 hezar kesan hatin veşartin û dibe ku hejmara kuştiyan bigihîje 10 hezar kesan ji ber mana termên wan di bin avahiyên wêrankirî de.

Medyayên rojava diyar dikin ku nêzîkî 160 hezar xelkê sivîl ji aliyê artêşa Rûsyayê ve rêgirî li wan hatiye kirin, ku pêwîstiya wan bo nan û av û dermanan heye.

Li aliyê din, Wezareta Derve ya Ukraynayê eşkere kir; rewşa Mariupol ketiye nav karesatê, êrîşên Rûsyayê ji esman, bejahî û deryayê ve wisa li wî bajarî kiriye ku wêran bibe.

 

 

Top