Serokê Herêma Kurdistanê ligel Balyozê Almanyayê rewşa Iraqê gotûbêj kir
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, vê êvarê 28ê Adara 2022yan li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Balyozê Almanyaya Federal li Iraqê Martin Beger kir.
Di civînê de her du aliyan pêşhatên dawî yên rewşa siyasî li Iraqê, xebatên ji bo sererastkirina proseya siyasî ku bibe havênê aramî û seqamgîriyê, têkeliyên Hewlêr-Bexdayê û rewşa Herêma Kurdistanê nirxandin.
Nêçîrvan Barzanî, di civînê de, tekezî li ser wê yekê kir ku xala herî girîng ji bo Iraqê û pêşeroja siyasî li welat, seqamgîrî û derfetên diyalogê ye da ku cudahiyan derbas bikin û bigihin xalên hevbeş û proseya siyasî jî bi awayekî dirust biçe pêş.
Herwiha dupat kir ku Herêma Kurdistanê wek hertim berheve ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan digel hikûmeta Federal ya Iraqê bi rêya diyalogê û li ser bingeha destûra Iraqê bi awayekî ku hemû alî tê de serkeftî bin û welat seqamgîr bibe û têkeliyên di navbera Hewlêr û Bexdayê da asayî bibin.
Ji aliyê xwe ve, Balyozê Almanyayê tevî diyarkirina bernameya xwe ya serdana Herêma Kurdistanê, tekezî li ser wê yekê kir ku Almanya û welatên Ewropayê bi giringî ve li proseya siyasî û seqamgîriyê ya li Iraqê dinêrin û dixwazin proseya siyasî pêngavan ber bi pêşve biavêje.
Di vê dîdarê de Konsulê Giştî yê bi wekalet yê Almanyayê li Hewlêrê digel şandeyekê bi Balyozê Almanyayê re bûn.
K24
