• Tuesday, 24 February 2026
logo

Serokwezîr li gel Sekreterê giştî yê OPEK civiya

Gulan Media March 29, 2022 Nûçe
Serokwezîr li gel Sekreterê giştî yê OPEK civiya

Di civînê de behsa pêşhatên bazara enerjiyê hate kirin.

Îro li Dubayî di çarçoveya komcivîna enerjiyê de Serokwezîrê Kurdistanê li gel Sekreterê giştî yê OPEK civiya û piştî civînê jî Serokwezîr li ser hesabê xwe yê fermî derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro duşem 28ê Adara 2022an di çarçoveya civînekê de li komcivîna cîhaniya enerjiyê li bajarê Dubayî li gel Sekreterê giştî yê saziya welatên henardekar ya petrolê ( OPEC) birêz Mihemed Barkîndo civiyan.

Di civînê de me giftûgo derbarê pêşde birina têkiliyên du alî û pêşhatên dawî yên deverê û bandorên nerênî yên alozî û nakokiyên navnetewî li ser bazarê enerjiya cîhanî û jiyana welatiyan de kir.

Me herwiha tekez li ser girîngiya hemahengî û yekxistina hewlên heyî yên bo dabîn kirina aramiyê li cîhanê û bazarê enerjiyê kir.

Top