• Tuesday, 24 February 2026
logo

Wezareta Navxwe ya Kurdistanê: Ew kesê ku heqaret li mezinê şîeyên Iraqê kiribû hat girtin

Gulan Media March 28, 2022 Nûçe
Wezareta Navxwe ya Kurdistanê: Ew kesê ku heqaret li mezinê şîeyên Iraqê kiribû hat girtin

Ew kesê ku heqaret li mezinê şîeyên Iraqê (lêveger) kiribû, ji aliyê hêzên ewlehiya Kurdistanê ve hat girtin.

Wezareta navxwe ya Kurdistanê ragehandiye, şeva borî kesekî bi navê Nayîf Kurdistanê di çend twîtan de (xwe wek endamê PDKê dabû nasîn) heqaret li mezinê şîeyên Iraqê kir, piştî wê yekser fermana girtina wî hat dayîn.

Wezaretê daye zanîn jî, ew kesê han tenê nêrîna xwe ya şexsî aniye ziman û girêdayî ti partî û aliyekî nîne û nûnertiya hikûmet û gelê Kurdistanê nake, ji xwe nêrîn û siyaseta hikûmet û gelê Kurdistanê li ser mijarên han eşkere û li ber çavan e.

 

Basnews

Top