• Tuesday, 24 February 2026
logo

Berpirsekî Gorran: Li Silêmaniyê xelk li dû alternatîfên Gorran û YNKê ne

Gulan Media March 27, 2022 Nûçe
Berpirsekî Gorran: Li Silêmaniyê xelk li dû alternatîfên Gorran û YNKê ne

Endamekî civata giştî ya Gorran dibêje, li Silêmaniyê piştî ku gopalê Mam Celal û rexneyên tûj yên Newşîrwan Mistefa neman, kes guh nade kesî!

Endamê civata giştî ya Gorran, Elî Ezîz li ser rewşa Silêmaniyê ji BasNewsê re got, li Silêmaniyê rewşek hatiye pêş ku kes guh nade kesî, ji ber ku êdî ne gopalê Mam Celal maye û ne jî rexneyên tûj yên Newşîrwan Mistefa. Ez nizanim çima xelkê Silêmaniyê ji Bafil Talebanî napirsin; ka diravê vî bajarî?! Xelk li Silêmaniyê li alternatîfên YNK û Gorranê digerin.

Elî Ezîz her wiha got, em jî dipirsin ka dirav û dahata vî bajarî?! Lê ez we piştrast dikim ev rewş dê wiha berdewam nebe. Gunehê wê yekê jî di stûyê wan de ye yên ku bankên bajêr vala dikin. Mixabin Silêmaniyê bûye êxsîrê destê kom û kutleyan.

Di xebata siyasî ya Başûrê Kurdistanê de, Mam Celal bi wê yekê navdar bû ku eger berpirsekî YNKê xeletiyek kiriba bi gopalê xwe li nav sere wî dida û ew tenbêh dikir. Newşîrwan Mistefa (kordînatorê berê yê Gorranê) jî bi rexneyên tûj ew kesên ku xeletî dikirin, rexne dikir.

 

Basnews

Top