• Tuesday, 24 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî ligel Wezîrê Karûbarên Encûmena Wezîran a Îmaratê civiya

Gulan Media March 27, 2022 Nûçe
Mesrûr Barzanî ligel Wezîrê Karûbarên Encûmena Wezîran a Îmaratê civiya

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo beşdariya di Korbenda Cîhanî ya Enerjiyê de ku dê rojên 28-29ê Adarê dê li bajarê Dubey birêve biçe, roja 25/3/2022an bi serdanekê gihîşt Mîrnişîna Yekgirtî ya Îmarata Erebî.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya serdana xwe de, bi Wezîrê Karûbarên Encûmena Wezîran a Îmaratê Mihemed Ebdulla El Qerqawî re civiya û guftûgo derbarê pêngavên ber bi sîstema elitironî û dabînkirina derfetên kar ji gencan re kirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li hejmara xwe taybet a Twitterê ragihand, “, bi Wezîrê Karûbarên Encûmena Wezîran a Îmaratê Mihemed Ebdulla El Qerqawî re, me bi dirêjî guftûgo derbarê pêngavên ber bi sîstema eliktironî û dabînkirina derfetên kar ji gencan re û herwiha ji bo piştevaniya kompanyayên nû kirin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ragihand jî, “Me li ser hevkariya ji bo pevguhartina ezmûna her du aliyan û herwiha fêrîbûna ji pêşketina mezin a Dubay di pêşkêşkirina xizmetguzariyên giştî ji welatiyan re, li hev kir.”

Biryar e Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî beşdarî Korbenda Cîhanî ya Enerjiyê bibe ku dê rojên 28-29ê Adarê dê li bajarê Dubey birêve diçe û li wê korbendê behsa guhartinên navçeyê û pêşvebirina veberhênana di warê enerjiyê de bike.

 

K24

Top