• Tuesday, 24 February 2026
logo

Li Wanê Şaciwana Pisîkan hat hilbijartin

Gulan Media March 27, 2022 Corane
Li Wanê Şaciwana Pisîkan hat hilbijartin

Li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê şeşemîn pêşbirka şaciwana pisîkan birêve çû. Di pêşbirkê de 32 pisîkên Wanê beşdar bûn. Komîteya hilbijartina pisîka şaciwan li ser çend taybetiyên pisîkan radiwestî.

Şeşemîn pêşbirka şaciwana pisîkên Wanê birêve çû. Piştî hilbijartinê 32 pisîkên Wanê yê Bakurê Kurdistanê beşdarî pêşbirka şaciwaniyê bûn. Her pisika ku beşdarbû xwe dirêjkir û bo temaşevanan xwe pêşan da.

Lijneya hilbijêr li ser çend taybetiyan pisîk bi hejmar kirin. Li gor xweşikbûn, paqijbûn, şiklê çav û guh, dûvik û bejnê hejmara wan li ser wan danîn.

Du pisîk pileyên yekem û duyem wergirtin. Mia yekemîn û Maya jî wek duyemîn hat hilbijartin.

Xwediyê pisîka yekem a pêşbirkê Omer Yabaş got: “Navê pisîka min Mia ye, gelekî kêfxweşim ku bû yekemîn”

Di pêşbirkê de bo pisîkên Wanê yên ku pileyên cûda wergirtin bawername hatin dayîn.

Xwediyê pisîka duyem a pêşbirkê Mehmet Adar Bayir jî got: “Em beşdarî pêşbirka şaciwaniya pisîkên Wanê bûn û pisîka min bû duyemîn, gelekî dilxweş im. Hêvîdar im pêşbirkên bi vî awayî zêdetir bên çêkirin bo nasandina pisîkên Wanê. Spasiya hemû kesan dikim.”

Pisîkan taybet ên Wanê çavek wan rengê şîn û çavê din jî qahveyî ye herwiha dikarin di avê de avjênî bikin û rengê wan spî ye û mûyê wan dirêj in.

Ev pêşbirk di çarçoveya festîvala "şopîng festê" de hat sazkirin ku salane li parêzgeha Wanê birêve diçe.

Armanca vê festîvalê balkişandina geştyaran e bi taybetî di vê demsalê de.

Niha hejmareke zêde geştyaran ku beşek ji wan xelkê Rojhilatê Kurdistanê û Iranê ne û bi helkefta sêzdebederê serdana Wanê dikin.

 

Rudaw

Top