• Tuesday, 24 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Di Forma Enerjî ya Cîhanê de emê gotûbêja xeletiyên hilberîna sektora enerjiya Kurdistanê bikin

Gulan Media March 26, 2022 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Di Forma Enerjî ya Cîhanê de emê gotûbêja xeletiyên hilberîna sektora enerjiya Kurdistanê bikin

Serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serdan geheşt Mîrgehên Yekitiya Erebî (Îmarat) û dê beşdarî Forma Enerjî (Wuze) ya Cîhanê bibe.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî vê derbarê de di tora xwe ya civakî twitterê de ragehand: ‘’Ez keyfxweşim careke din min serdana Îmaratê kir, ku gotûbêja xeletiyên hilberîna sektora enerjiyê li Kurdistanê li gel hilberînerên Îmaratê bikim.’’

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje: ‘’Li gel berpirsên welat derbarê pêşketinên herêmî yên vê dawiyê de jî emê guftûgoyê bikin.’’

Forma Enerjiyê ya Cîhanê dê rojên 28-29ê Adarê li bajarê Dubeyî birêve biçin û gelek berpirs û şarazayên warê enerjiyê de beşdarî dikin û serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê jî yek ji axaftvanên serekî yê wê formê ye.

Serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê derveyî beşdarbûna Forma Enerjiya Cîhanî dê li gel berpirsên payebilindên Îmaratê jî bicive.

 

Basnews

Top