Rewşa Herêma Donbasê û daxwaza ji bo serxwebûnê
Li taxên bajarê Donetskê dengê teqîna topan tê bihîstin ku artêşa Ukraynê davêje, herwiha hêzên Donbasê jî topên bersivê davêjin pêgehên hêzên Ukraynî.
Donbas navê herêmekê li başûr û rojhilata Ukraynayê ye û herêma kanên komirê û pîşesaziyê ye. Ta sala 2014an herêma Donbasê du parêzgeh Donetsk û Lugansk ango Luhansk bi xwe ve digirtin. Sala 2014an ew her du parêzgeh, weke Komara Gel a Donetsk û Komara Gel a Luhanskê serxwebûna xwe ji Ukraynayê ragihandin.
Denîs Pûşîlîn, Serokê Komara Gel a Donetskê ji Rûdawê re ragihand, “Dema ku li Ukraynayê derbe qewimî, derbeya çekdarî. Desthilat ket destê Neonazîyan, bi piştgiriya unsurên radîkal ên civakê. Û hingî yekemîn qanûnê ku Radaya Bilind, anku Parlamento pesend kir, qedexekirina zimanê Rûsî bû. 15 Nîsanê Ukrayna operasyona antîterorê da destpêkirin. Û me tenê 11 Gulanê referanduma serxwebûnê lidar xist. Ji bo me ew pêwîstiyeke bêgavî bû.”
Ta payîza sala 2014 artêşa Ukraynayê nîvê zêdetir ê herêma Donbasê kontrol kir. Sala 2015 bi destpêşxeriya Almanya û Fransa û Rûsyayê proseya gotûbêjan destpê kir. Ji bo çareseriya siyasî Rêkeftinên Mînskê hatin îmzekirin. Ew rêkeftin karîn ku ji bo demekî qonaxa şerê germ bidin rawestandin. Lê nekarîn ku aştiyeke mayînde bînin Donbasê.
Amara şêniyên Donbasê ta sala 2014an li dora 4 mîlyon kes bû. Tenê li bajarê Donetskê zêdetir ji 1 milyon kes dijiya. Lê îro kolanên bajêra Donetskê hema bêje vala ne.
Serokê Komara Gel a Donetskê, Denîs Pûşîlîn dibêje, “Ez ji we re bêjim, di maweya şerê 8 salî de li erdê her du komarên me de nêzî 14 hezar sîvîl hatine kuştin. Tenê di Komara Gel a Donetskê de 91 zarok bûne qurbanî.”
Li Donetskê qadên ji bo zarokan her tim vala ne. Zarok lê nalîzin.
Ji aliya din ve li bajêr hejmara monumentên ji bo bîranîna zarokên qurbaniyên şer her diçe zêde dibe.
Kulîlkên li ber monûmênta firîşteyan naçilmisin, lewre şêniyên bajêr rojane tên ziyareta zarên xwe.
Nadejda, dayika zarokekî kuştî li Donetskê ji Rûdawê re dibêje, “Her roj têm vê derê, kulîlkan tînim. Pêlîstokan tînim. Keça min 6 salî bû. Gelek zarokên biçûk ên 1, 2, 3 salî jî hatine kuştin. Hê jî zarok dimirin. Başe ku ew monument çêkirine….”
Îsal 21 Sibatê Rûsyayê serxwebûna her du komarên Donetsk û Luganskê nas kirin û piştî sê rojan jî artêşa xwe xiste erdê Ûkraynayê. Hêzên Donbasê jî bi çalakî beşdarî şer kirin. Her çend şerê herî rûxîner û xwînavî li bajarên Ûkraynayê diçe.
Margarîta Susanîna, ofîs menejer û şêniya bajarê Donetskê jî got, “8 sal berê dema ev şer destpê kir, ez 15 salî bûm û diçûm dibistanê. Ev 8 sal di jiayana min de her tim weke salên tije bi tirs, wêrankarî û windakirina dost û hevalan bimînin. Vaye şer dîsa destpê kiriye.”
Anastasiya, xwendekara Zankoyê dibêje, “Dema şer destpê kir ez diçûm dibistanê. Zaroktiya min şer derbas bû. Bi neçarî em hînî şer bûn. Herî zêde tirs dibîra min de maye. Tirseke wehşî, ku ez jî bimrim, an jî kesûkarên min bimirin… .”
Ji roja destpêkirina operasyona mezin a Rûsyayê li erdê Ukraynayê, artêşa Rûsyayê bi armancgirtina gelê sivîl tê tawanbarkirin. Donbasî jî bi gazincin ku cîhan di maweya 8 salan de nedixwast karesata gelê sivîl yê Donbasê bibîne.
Eduard Basurin, Cîgirê Fermandeyê Rêveberiya Mîlîsên Gel ê Donetskê ji Rûdawê re got, “Yên ku aştî dixwazin, tên tawanbar kirin, ku qaşo ew şer dixwazin. Gelê kurd jî aştî dixwaze. Her tim behsa aştiyê dike. Hûn her tim dibêjin, derfetê bidin em dewleta xwe damezrînin û emê bi hemû cîranên xwe re bi dostanî bijîn. Lê kes vê yekê naxwaze. Kurd yek ji wan neteweyên herî pirhejmar e ku hatiye parçekirin. Bi awayekî sûnî di nava sê dewletan de parçe kirine. Dîroka we jî wisa ye, lê dîrokeke hîn dirêjtir e. Û ew êşê we, di dilê we de ye. Û hûn li erdê xwe baş dizanin kî topan davêje we. Raste?”
Di mûşekbarana ser Donetskê de ku ji aliya Ukraynayê ve 14 Sibatê pêk hatibû, 20 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan, di nava wan de çend zarok jî hene, herwiha nêzî 30 kes jî birîndar bûn.
Li aliya din, hema bêje hemû bajarên Ukraynayê jî di bin bordûmana artêşa Rûsya de ne. Anku rijîna xwîna gelê sivîl li Ukaryanayê, Donbas jî tê de, bi dijwarî berdewam e û vê gavê tu hêmayên aştiyê li asoyên wî walatî diyar nîne.
Rudaw
