Husiyan bi mûşekan li embarekî petrolê ya Erebistana Siûdî da
Husiyên Yemenê yên Îran piştevaniya wan dike, bi mûşekan li embarekî petrolê ya Aramco ya li bajarê Cidde ya Erebistana Siûdî dan û di encamê de şewat derket.
Husiyên Yemenê bi mûşekan li embara petrolê ya Aramco ya li bajarê Cidde ya Siûdiyê dan û du tankên petrolê agir girtê û şewat derket. Li gor rayedarên Siûdî jî ragehandiye di bûyerê de ziyanên canî çênebûne.
Ji aliyê din ve berdevkê leşkerî yê Husiyan Yahya Sarea jî ragehand, li hember embarên Aramco yên Siûdî êrîşekî bi mûşek pêkanîne û li hember parzûngehên li bajarên Ras Tanura û Rabigh jî bi dronan êrîş pêkanîne.
Herwaha diyar kir, di êrîşê de cîhên petrolê yên li paytexta Erebistana Siûdî Riyadê jî bûne armanca êrîşên wan.
Basnews
