• Tuesday, 24 February 2026
logo

Konsulê Ukrayna yê Hewlêrê beşdarî şerê dijî Rûsyayê bû

Gulan Media March 26, 2022 Nûçe
Konsulê Ukrayna yê Hewlêrê beşdarî şerê dijî Rûsyayê bû

Konsulê Rûmetê yê Ukrayanyê yê li Hewlêrê ku xelkê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ye, rakir çeka xwe û çû Ukraynayê daku li dijî Rûsyayê şer bike.

Konsulê Rûmetê yê Ukrayanyê yê li Hewlêrê Ferhad Elî Şakir ê ku ji bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê yê, ji Ukraynayê di warê endezyariyê de xwediî bawernameya doktorayê ye.

Di videoyekê de Şakir çek hilgirtiye û dibêje ew ê berevaniyê di ber welatê xwe yê duyem Ukrayna de bike.

Herwiha Ferhad Elî Şakir di axavtina xwe bang li çekdarên Sûrî dike, ku li kêleka hêzên Rûsî beşdariyê di êrîşa li ser Ukrayna de dikin û ji wan dixwaze vê yekê nekin û li ser xakekê ku ne xaka wan e, canên xwe ji dest nedin.

Ferhad Elî Şakir dibêje “Ez Ferhad Elî konsulê Ukrayna yê Hewlerê li Herêma Kurdistanê. Ez jidayîkûyê Sûriyê me. Hey kirêgirtiyên Sûrî, we canê xwe ji bo kê firotine? We canê xwe ji bo şeytan firotiye. Dê gelê Ukraynayê heta dilpa dawî ya xwînê şer bike. Wê berevaniyê di ber xak, gel û namûsa xwe bike. ji ber wê yekê jî ez daxwazê ji we dikim ku hûn vegerin, daxwazê ji we dikim hûn xwe radestî artêşa Ukraynayê bikin, het ku hûn canê xwe ji dest nedin. Hûn dê gorekî ji xwe re li vir nebînin. Wê ev der ji we re bibe goristaneke bikom. Wê dawiya we dojeh be. Bijî Ukrayna, silav Ukrayna.”

 

Rudaw

Top