Zelensky: Me pêşketina Rûsyayê rawestand
Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky diyar dike ku di nava mehekê de karîne temamê pêşketinên Rûsyayê rawestînin.
Volodimir Zelensky ragihad; di dema meha borî de Rûsyayê êrîşî Ukrayniyan kiriye û cîhan jî sizayên tund bi ser Rûsyayê de sepandine û niha sepandina sizayên zêdetir têne gotûbêjkirin.
Zelensky destnîşan kir: “Ev 30 roj in, eger Rûsya bizanibûya wisa çaverê dikir, ez bawer im, dê ji encamdana karekî wisa bitirsiya.”
Serokê Ukraynayê dibêje: “Di nava meha borî de me temamê pêşketinên Rûsyayê rawestandin, cîhan sizayên tund bi ser Rûsyayê de sepandin û niha sepandina sizayên zêdetir gotûbêj dikin.”
Zelensky diyar kir: “Serkirdeyên Yekîtiya Ewropayê ji Rûsyayê daxwaz dikin ku demildest tawanên xwe yên şer rawestîne û tekezî li ser piştevanîkirina Ukraynayê kirine, da ku weke endam li Yekîtiya Ewropayê werbigre.”
K24
