• Tuesday, 24 February 2026
logo

Şervanê YPGê yê berê li Ukraynayê şerê Rûsyayê dike

Gulan Media March 25, 2022 Nûçe
Şervanê YPGê yê berê li Ukraynayê şerê Rûsyayê dike

Welatiya Brîtanî Aiden Aslin ku berê bi awayekî xwebexş di nava refên YPGê de li Rojavayê Kurdistanê li dijî DAIŞê şer kiribû, niha bi artêşa Ukraynayê re tevlî şerê li dijî artêşa Rûsyayê bûye. Şervanê berê yê YPGê Aiden Aslin li bajarê Mariupol ê li başûrê Ukraynayê li dijî Rûsyayê şer dike û dibêje: “Bi şev û roj em şer dikin û hêj bajar di kontrola me de ye.”

Aiden Aslin 28 salî ye û ji sala 2018an ve tevlî refên marînzên (hêzên deryayî) Ukraynayê bûye û pişî êrîşa Rûsyayê bo ser Ukrayanyê, ligel serbazên Ukraynî şerê artêşa Rûsyayê dike.

Li gorî nûçeya malpera Brîtanî ya Mail Online, welatiyê Brîtanî Aiden Aslin li bajarê Mariupolê ku ji aliyê Rûsyayê ve hatiye dorpêçkirin, vîdyoyek kişandiye û di tora civakî ya Instagramê de belav kiriye.

Di wê vîdyoyê de, şervanên berê yê YPGê Aiden Aslin dibêje, ku Rûsya berdewam cihên sivîl bordûman dike û tekez dike, ew her roj bi çavê xwe qurbaniyên sivîl ên şer dibîne.

Aiden Aslin herwiha behsa berxwedana serbaz û xelkê Ukrayanyê dike û dibêje, Ukraynî bi “moralekî bilind” şer dikin.

Li gor zanayriyên wê malpera Brîtanî, di sala 2018an de Aiden Aslin bi keçikek Ukraynayî re dikeve evîndariyê û ji ber vê yekê diçe bajarê Mykolaiv ku li nêzî bajarê Odesa, bajareke benderî yê Ukraynayê li ser Deryaya Reş e.

Heya niha sala xwe ya çaremîn di hêzên çekdar ên Ukraynayê de qedandiye û plan dike ku vê biharê bizewice, heke şer derneketibûya, dê Aslin di Îlonê de xizmeta xwe biqedandiba.

Aslin, ku niha li Mariupolê ye, di peyama xwe ya vîdyoyî de dibêje, ew û hevalên xwe yên Ukraynî li hember pêşveçûna Rûsyayê li ber xwe didin.

Aslin ku cil û bergên leşkerî yên Artêşa Ukrayanyê li xwe kirine, di vîdyoyê de dibêje, “Em hêj jî bajar kontrol dikin. Ukraynayî bi şev û roj şer dikin. Îradeya me gelekî xurt e û em dê serî li ber emperyalîzma Rûsyayê netewînin.”

Şervanên berê yê YPGê îdia kir ku Rûs li şûna hedefên leşkerî sivîlan dikin armanc û destnîşan kir: “Hêzên Rûsyayê herêmên sivîlan ên ku em ne lê ne jî hedef digirin. Min bi xwe lê temaşe kir. Min dît ku roket avêtin wesayîtên sivîl û ev jî artêşa Rûsyayê ye. Heke ew bi qasî ku dibêjin profesyonel bin, ew dizanin ku kî dikin hedef.”

Aiden Aslin xelkê Nottinghamshire a Brîtanyayê ye, û ji bo li dijî DAIŞê şer bike di sala 2015an de serdana Rojavayê Kurdistanê kir û tevlî nava refên YPGê bû.

Aslin, wê demê perestarekî 22 salî bû dema ku vegeriya Brîtanyayê hat girtin. Lê Aslin ku ji ber vê sedemê nehat darizandin, piştre çû Ukraynayê.

 

Rudaw

Top