Ji Hewlêrê heya Amedê diyariya "Kurdistan"
Parêzgarê Hewlêrê Omed Xoşnaw ku ji bo beşdariya di Yekemîn Pêşangeha Fuara Turîzm û Xwarinên Xwecihî ya Mezopotamyayê de serdana Amedê kiriye, duh Pêncşembê serdana avahiya Parêzgariya Amedê kir û bi Parêzgarê Amedê Munîr Karaloglu re hevdîtin pêk anî.
Xoşnaw li wê derê Peymana Rûmetê ya Parêzgariyê îmze kir, piştre bi heyeta ku pê re bû ligel Karaloglû civiya.
Parêzgarê Hewlêrê di hevdîtînê de Rêberiya Geştûgzarê ya Herêma Kurdistanê ku li ser cildê wê "Kurdistan" hatibû nivîsandin diyarî Parêzgarê Amedê Munîr Karaloglu kir.
Rudaw
