Encu: Sedema operasyonan çavnebariya dîmenên Newrozê ye
Hevserokê Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê Ferhat Encu ji Rûdawê re ragihand, hêzên ewlekariya Tirkiyê îro 23ê Adara 2022ê bi operasyonekê bi ser avahiya partiya wan a navçeya Kartalê de girtine û dest danîne ser hejmareke pirtûk û wêneyên pêşengên Kurd ên di avahiya wan de. Encu tekez kir ku di operasyona îro de ti endam û alîgirekê wan nehatiye desteserkirin, lê got “Hinek hevalan me bertek nîşanî operasyonê dan. Hêzên ewlekariyê sivkatî li wan kirin û dijûn dan wan.”
Hêzên ewlekariya Tirkiyê îro 23ê Adara 2022ê bi hinceta “endamtî û propagandeya rêxistina PKKê” bi operasyonekê bi ser avahiya HDPê ya navçeya Kartal Stenbolê de girtin û di nav avahiya partiyê de dest bi pişkînan kirin.
Serokê Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Stenbolê Ferhat Encu derbarê wê operasyona hêzên ewlekariya Tirkiyê bo ser avahiya partiya xwe de ji Rûdawê re axivî.
Encu ragihand ku hêzên ewlekariya Tirkiyê bêwext avêtine ser avahiya partiya wan û got: “Di encama operasyonê de hêzên ewlekariyê dest danîn ser çend pirtûkên Kurdî û Tirkî, kovar û wêneyên Şêx Seîd, Seyîd Riza û şehîdan ên di nav avahiyê de.”
Ferhat Encu da zanîn ku di encama operasyonê de tûndûtîjî li ti endamekê wan nehatiye kirin , lê dibêje: “Hinek hevalan me bertek nîşanî operasyonê dan. Hêzên ewlekariyê sivkatî li wan kirin û dijûn dan wan.”
Ev demeke hêzên ewlekariya Tirkiyê bi taybet piştî pîrozbahiyên Newrozê operasyonên xwe yên li dijî endam û alîgirên HDPê zêde kirine, Hevserokê Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Stenbolê li ser vê yekê jî dibêje: “Bi taybet di pîrozbahiyên Newrozê gelê Kurd bi milyonan daketin qadan û îradeya xwe diyar kirin. Tevî hemû astengî û givaşan gel bi reng, cil û berg û sloganên xwe sekna xwe nîşan da. Kesên ku digotin me gelê Kurd û HDP zeftkirine û xistine bandora tirsê de, bi dîtina dîmenên qada Newrozê dîtin ku nêrînên wan vala derketin. Armanca van operasyonan jî nehezimkirina vê yekê ye.”
Ferhat Encu amaje bi wê yekê jî da ku hêzên ewlekariya Tirkiyê di dema pîrozbahiyên Newrozê û berî Newrozê de jî bi provakasyon û êrîşan xwestin ji coşa gelê Kurd re bibin asteng û got: “Piştî Newrozê ciwan bi awayek hovane hatin destserkirin û hêzên ewlekariyê êrîşî girseyê kirin. Ev hemû çavnebariya wan bû. Ev êrîşa ku îro li ser avahiya me ya Kartal jî berdewamiya wê çavnebariyê ye.”
Hevserokê HDPê yê Stenbolê herî dawî dibêje: “Rêxistina navçeya me ya Kartal jî yek ji Rêxistinên me ên herî xûrt e. Bi sekna xwe xwe nîşan dide. Dixwazin bi operasyona li ser vê navçeyê pêşiya hinek tiştên din vekin. Dibe ku piştî vê gaveke din jî biavêjin.”
Rudaw
