• Tuesday, 24 February 2026
logo

Madeleine Albright koça dawî kir

Gulan Media March 24, 2022 Nûçe
Madeleine Albright koça dawî kir

Yekem Wezîra jin a Derve ya Amerîkayê Madeleine Albright koça dawî kir.

Madeleine Albright endezyara rêkeftina Washingtonê ya di navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bû, ku di sala 1998an de li Koşka Spî di navbera Serok Barzanî û Mam Celal Talebanî de hat îmzekirin.

Rêkeftina Washingtonê dawî li şerê navxwe yê navbera PDK û YNKê anî û Amerîka rasterast pêkanîna cîbicîkirina rêkeftinê û çavdêriya agirbesta navbera herdû aliyan girte ser xwe.

Madeleine Albright di 15ê Gulana 1938an de li Praga paytexta Çekoslavakya jidayîk bûye û di 23ê Çileya 1997an de weke Wezîra Derve ya Amerîkayê dest bi kar kiriye û heta 2001ê ev post birêve bir.

Beriya wê jî, Nûnera Herdemî ya Amerîkayê bû li Neteweyên Yekbûyî û di navbera salên 1993 heta 1997an de li Encûmena Asayîşê û Neteweyên Yekbûyî nûnertiya Amerîkayê dikir.

Albright zimanên Îngilîzî, Çekî, Fransî dizanîbû û dikaribû zimanên Rûsî, Polandî û Sirbî fêm bike.

 

K24

Top