• Tuesday, 24 February 2026
logo

Hevpeymaniya Rizgariya Niştiman hat ragihandin

Gulan Media March 24, 2022 Nûçe
Hevpeymaniya Rizgariya Niştiman hat ragihandin

Li Bexdayê bi beşdariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û kutleyên Sedir û Siyade, "Hevpeymaniya Rizgariya Niştiman" hat ragihandin.

Serokê Kutleya Sedir Hesen El Ezarî di civîneke çapemeniyê de ragihand; Hevpeymaniya Rizgariya Niştiman, Rêber Ehmed weke namzedê postê serokomariyê û Cehfer Mihemed Baqir El Sedir weke namzedê postê serokwezîriyê dinasîne.

Biryar e roja şemiya bê, rûniştina parlamenteran ji bo hilbijartina Serokomarê nû yê Iraqê birêve biçe.

Rêber Ehmed piştevaniya Hevpeymaniya Rizgariya Niştiman bi dest xist û piraniya kursiyên parlamentoyê di destê vê hevpeymaniyê de ye.

Piştî ku serokomar were hilbijartin, li gor destûrê, serokomar namzedê kutleya piranî ku Hevpeymaniya Rizgariya Niştiman e, ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê erkdar dike.

 

K24

Top