Li Îranê 247 kes di bûyerên trafîkê de mirin
Li gor nûçeyeke basnewsê Piştî destpê kirina betlaneya Newrozê li Îranê bûyerên trafîkê jî zêde bûne. Li gor cîgirê rêveberiya ewlehiya trafîk a Îranê Tîmur Huseynî, heta naha ya roja şeşem a betlaneya Newrozê, bi giştî li Îranê di bûyerên trafîkê de 247 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Huseynî got, di wan 6 rojane de 187 bûyerên trafîkê pêkhatine û piraniya wan bûyeran di rêyên nava bajaran de pêkhatine. Herwaha li eyaletên bakur ên Îranê jî barîna befr û baranê ya zêde bûye sedemê bûyerên trafîkê û ragehand: Divê ajokar li hember barînan jî bi amadekarî derkevin rê û leza zêde nekin û li gor qûralên trafîkê tevgerin. Ji ber ew tişt li berçav nehatine girtin di bûyerên trafîkê de 247 kesan jiyana xwe ji dest dane.
