• Tuesday, 24 February 2026
logo

Konsulê Rûsyayê Newrozê li gelê Kurd pîroz dike

Gulan Media March 23, 2022 Nûçe
Konsulê Rûsyayê Newrozê li gelê Kurd pîroz dike

Konsulê Rûsyayê yê li Hewlêrê Levîn Oleg Vladimirovich roja sêşemê cejna Newrozê li gelê Kurd pîroz kir.

Konsulê Rûsyayê yê li Hewlêrê Levîn Oleg Vladimirovich ji K24 re got: “Bextewer im di dema ahengên Newrozê de, ez li vir li Hewlêrê me”.

Wî Dîplomatê Rûsî amaje bi wê yekê jî kir, ew kêfxweş e ku gelê Kurd agirê Newrozê pêxistiye, di heman demê de jî malbat li cihekî kom dibin û bi hev re pîrozbahiyê dikin.

Piştî ku êvara 20ê Adarê Serok Mesûd Barzanî agirê Newrozê li parka Şaneder a Hewlêrê vêxist, li ser asta navxwe û navdewletî, mezin dîplomatkar, serkirde û kesayetiyên siyasî, cejna Newrozê li gelê Kurd pîroz kirin.

 

K24

Top