• Tuesday, 24 February 2026
logo

Di Newroza Diyarbekir de 333 kes hatin binçavkirin

Gulan Media March 22, 2022 Nûçe
Di Newroza Diyarbekir de 333 kes hatin binçavkirin

Piştî Newroza Diyarbekirê, ji aliyê hêzên ewlekariya Diyarbekir ve 333 kes hatine binçavkirin û 73 kesên ku hatine binçavkirin zarok in û ji van zarokan jî 42 zarok bo malbatên wan hatine radestkirin û 31 zarok hîn binçav de ne.

Li gorî çavkaniyên fermî di dema pîrozbahiya Newroza Diyarbekir de û piştî pîrozbahiyê bi tevahî 333 welatî ji aliyê hêzên Ewlekariya Diyarbekir ve hatine binçavkirin û ji van jî 73 zarok in.

Ji zarokên ku hatine binçavkirin jî 42 zarok hatine berdan û bo malbatên wan hatine radestkirin û 31 zarok hîn jî binçav de ne.

Ji 260 kesên ku li beşa dijeterorê tên girtin 224 kes hatine berdan û 36 kes hîn jî di binçav de ne.

Navenda Mafên Zarokan a Baroya Diyarbekir derbarê binçavkirina zarokan de amaje kir ku divê demildest zarok werin berdan û binçavkirina zarokan a ji ber beşdariya şahiya Newrozê li dijî hiquqê ye û hat amajekirin ku “mafê lihevcivîna aştiyane” jî hatiye binpêkirin.

 

K24

Top