Di çemekî sînorê parêzgeha Silêmaniyê de 3 ciwan xeniqîn
21.03.2022yê 3 ciwan ketin ava çemê Xemeloke ya bajarokê Mawet a ser bi parêzgeha Silêmaniyê û hersê ciwan jî xeniqîn.
Li gor zanyariyên BasNewsê îro 3 ciwan bi armanca geştê çûne nêzîk çemê Xemeloke û piştre ciwanek ji wan dikeve avê û du ciwanên din jî ji bo wî rizgar bikin dikevin avê, lê hersê ciwan di wê bûyerê de xeniqîn e.
Li gor zanyariyên BasNewsê ji aliyê tîmên melevan ve lêgerîna li termê wan ciwanan berdewame, lê heta naha termê ti yek ji wan jî nehatiye dîtin.
Basnews
