Newroz li paytexta Newrozê; Akrê
Îsal li Akrê ku li Başûrê Kurdistanê wek paytexta Newrozê tê naskirin, bi coşeke mezin pêşwazî li Cejna Newrozê û sersala nû ya Kurdî hat kirin û bi sedan kes meşxelên agir pêxistin û meşxel birin ser çiya û Kela Akrê.
Qaymeqamê Akrê, Mazin Mihemed jî ragihand, “Îro zêdetir ji 150,000 kesan bo beşdariya di Cejna Newrozê de serdana Akrê kirine, herwiha zêdetir ji 50 balyoz û konsul ji Hewlêr û Bexdayê ve hatibûn daku bi çavên xwe merasîma pêxistina agirê Newrozê li Akrê bibînin.”
Derbarê birêveçûna merasîma Newrozê li Akrê, qaymeqamê vê qezayê diyar kir, merasîma îro bi hevbeşî ji aliyê qaymeqamî û Wezareta Rewşenbîriyê ve hatibû organîzekirin, lê kompaniyeke sektora taybet budceya merasîmê dabîn kir.
Rudaw
